Ewlehiyê Iraqê: Herêma Kesk a Bexdayê bi 4 mosekan hat armanckirin.
PeyamaKurd – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir, Herêma Kesk a Bexdayê bi 4 moşekan hat armanckirin.
Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê da zanîn, îro 30yê Tebaxa 2022an, 4 moşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin.
Hat zanîn ku Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê zengilê hişyariyê lê da û sîstema berevaniya asmanî xiste kar.
Piştî Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand, alîgirên Sedir derbasî Herêma Kesk bûn û rewşa Bexdayê aloz bû.
Herwiha di encama alozî û pevçûnên di navbera xwepêşander û hêzên çekdar ên li Herêma Kesk de, 20 xwepêşanderan can dane û zêdetirî 300 xwepêşander jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin