Muqteda Sedir bang li alîgirên xwe kir: Protestoyeke “bêhempa û qelebalx" li dar bixin
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir bang li alîgirên xwe yên parlamentoya Iraqê dorpêş kirine kir, da ku protestoyeke “bêhempa û qelebalx“ di 20ê Tebaxê de li dar bixin.
Muqteda Sedir di bangewaziya xwe ya nû de ji alîgirên xwe yên li Herêm Kesk bi cih bûne û protestoyên xwe ji 30yê Tîrmehê ve berdewam dikin daxwaz kir, di 20ê Tebaxê de protestoyeke “bêhempa û qelabalix” pêk bînin.
Mûhammed el-Iraqî li ser hesabê xwe yê twitterê, ji bo protestoyeke ku heta niha li Bexdayê pêk nehatibe û ewqasî deng venadebe, bang li alîgirên xwe kir. Herwiha El-Iraqî diyar kir ku di encama hevdîtina wî û Sedir de, biryara protestoyeke ji aliyê hejmarê ve bêhempa û aştiyane hatiye dayîn û wê protesto di 20ê Tebaxê de di saet 17:00an de li qada Tehrîrê destpê bike û ber bi Herêma Kesk ve biherike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin