Muqteda Sedr, banga vekisînê li alîgirên xwe kir

30 August 2022 15:02 0 dîtin
Muqteda Sedr, banga vekisînê li alîgirên xwe kir

PeyamaKurd- Li ser aloziyên ku li Bexdayê berdewam dikin, Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir bang li alîgirên xwe kir û xwest xwe ji parlamentoyê û xwepêşandanan vekişînin.

Muqteda Sedr, îro bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê bang li hemû alîgirên xwe kir û xwest ku xwe ji ber parlamentoyê vekişînin û dest ji xwepêşandanan berdin.

Sedr di banga xwe de got,

“Piştî ku welatê min bû hêsîrê gendeliyê, mixabin niha hêsîrê gendelî û tundûtûjiyê ye. Min daxwaza xwepêşandên aştiyane, bi dest û dilê pak û hezkirina welêt dikir, ne ku bi çek, ev ne şoreş e. Wekî ku min rexne li şoreşa Tişrînê kirin, niha ez rexneyê li şoreşa Sedirî jî dikim. Ji ber ku bêalî bûn, ez spasiya hêzên ewlekariyê dikim.

Xwîna Iraqiyan heram e. Heger xwepêşander heta 60 xulekên din ji ber parlamentoyê venekişin, ez heta ji Tevgerê berî dibim. Ez êdî heta xwepêşandanên aştiyane jî naxwazim.”