Banga boykotê ji Sedr
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bang li alîgirên xwe kir ku hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê boykot bikin û got, boykota we dê min kêfxweş bike û dijminan hêrs bike.
Rêberê Tevgera Sedr di nameyekê de ku ji alîgirên Sedr re şandiye de wiha got: “Yek ji girîngtirîn taybetiyên ku alîgirên Sedr ji hev cuda dike yekîtî, îtaet û dilsozî ye. Divê ew li ser reforman bimînin ger Sedr bimire." Wî herwiha diyar kir:
“Min xemgîn dike ku hûn hevkarên kesên gendel in. Boykota we ya hilbijartinan her çiqas min kêfxweş bike jî, wê dijminên we hêrs bike.” Sedr got, "Boykota we, wê rewabûna hilbijartinan li ser asta navneteweyî û herêmî, herwiha serdestiya gelên gendelî û girêdayî li ser Iraqa me ya ezîz wê lawaz bike."
Sedr diyar kir ku geşedanên li cîhanê û herêmê bandorê li rewşa Iraqê dike û got ku divê her tim hişyar û amade bin.
Biryar e di 18ê Kanûna 2023ê de hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê li hemû parêzgehan bên lidarxistin.
Di hilbijartinan de 16 hezar kes dê bikarin dengê xwe bidin, ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê plan dike ku 7 hezar û 765 navendên dengdanê veke, ji wan 48 hezar û 40 cihên dengdanê bo dengên giştî, taybet û penaberan.
214 hezar û 595 personel ku di nav wan de memûr, xwendekarên zanîngehê û mezûn jî hene wê ji bo sindoqan bên wezîfedarkirin.
Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê roja Şemiyê 16ê Îlona 2023ê ji bo diyarkirina hejmara lîsteyên hevpeymaniyê, partiyan û namzedên serbixwe kêşe li dar xist. Namzetan di destpêka meha Mijdarê de bi awayekî fermî dest bi xebatên hilbijartinê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin