Bersiva Hikûmeta Iraqê li ser banga Sedr
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Awadî diyar kir, girtina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê wê Iraqê wêran bike.
Berdevkê Tevgera Sedr Awadî li ser banga Serokê Tevgera Sedr Muqteda El-Sadr a ji bo girtina Balyozxaneya Amerîkayê daxuyaniyek da.
Awadî tekîd li ser wê yekê kir, girtina balyozxaneyê wê bandoreke nerênî li ser pêwendiyên derve yên Iraqê bike û got:
“Biryareke wiha wê rêkevtina stratejîk a di navbera Bexda û Washingtonê de têk bibe, ji ber ku Iraqê gelek erkên navdewletî hene û divê pabendî wan be. Dema me biryar da ku Balyozxaneya Swêdê bigrin, balyozên gelek welatan bi me re têkilî danîn û ji me xwestin ku em dîplomatên xwe biparêzin."
Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bang li Hikûmet û Parlamentoya Iraqê kir, ji ber piştgiriya xwe ya ji Îsraîlê re Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê bê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin