Hikûmeta Iraqê biryar da alîgirên Sedr ên li Bexdayê hatine kustin wek ‘sehîd’ bên tomar kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di civîna îro 6ê Îlonê ya Encûmena Wezîran a Iraqê de biryar hatiye dayîn, hemû kesên di bûyerên hefteya borî yên li Bexdayê de can dane, wek ‘şehîd’ werin tomarkirin.
Hefteya borî di dema xwepêşandana alîgirên Tevgera Sedr a li Herêma Kesk a Bexdayê de, di navbera çekdarên aliyê Sedr û aliyên din de pevçûnên bi çekên giran û sivik çêbûbûn û di encamê de 30 kes hatibûn kuştin û nêzî 300 kes jî birîndar bûbûn.
Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, piştî bûyeran bang li alîgirên xwe kiribû ji Herêma Kesk vekişin û dawiyê li çalakiyên xwe bînin.
Encûmena Wezîran a Iraqê jî îro Sêşemê biryar da ku hemû kesên di wan bûyeran de li Bexdayê hatine kuştin, heman mafên bo şehîdên Iraqê bistînin û navên wan bikeve lîsteya "şehîdan" a Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin