Sedr banga girtina Balyozxaneya Amerîka kir: Divê dîplomat bên parastin!
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Muqteda Sedr a Iraqê bang li Parlamentoya Iraqê û aliyên siyasî kir ku ji bo daxistina balyozxaneya Amerîkayê deng bidin.
Sedr di peyameke li ser platforma medya civakî X de got, “Bila balyozxaneya Amerîkayê ya Iraqê were girtin” û banga dengdanê li ser mijarê li Parlamentoya Iraqê kir.
Muqteda Sedr, bal kişand ser helwesta Amerîka ya li hember êrîşên Îsraîlê û wiha got: “Ev cara ewil e ku ez bangî hikûmet û Parlamentoya Iraqê dikim: Ji ber ku Amerîka li hemberî Xezeyê piştgiriyeke bêsînor dide terorîstên Siyonîst, bi hemû pêkhateyên xwe deng bidin da ku balyozxaneya Amerîkayê were girtin”
Sedr herwiha gotiye, “Ji bo ewlehiya Iraqê, divê dîplomatên balyozxaneya Amerîkayê werin parastin. Divê ew milîsên niyetxerab ên ku dixwazin aramiya Iraqê xera bikin êrîşî wan dîplomatan nekin.”
Herwiha Sedr diyar kiriye, ew li hêviya bersiva hikûmet û parlamentoyê ne heke bersivê nedin daxwaza wan ew dê helwesteke din nîşan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin