Sîrketa petrolê Shell cih neda Kurdî! Banga boykotê!

11 July 2023 10:05 0 dîtin
Sîrketa petrolê Shell cih neda Kurdî! Banga boykotê!

PeyamaKurd Şîrketa hevpar a Îngilîzî-Hollandî Shell, dema ku li tevahiya Tirkiyeyê li benzînxaneyên petrolê bi dehan zimanan pêşwazî li mişteriyên xwe kir, cih neda zimanê Kurdî.

Shell ku navenda wê li Hollanda ye û bi hevkariyeke Brîtanya-Hollandî ye, bi hezaran ofîsên petrolê li Tirkiyeyê hene, ji bo razîbûna xerîdaran bi gelek zimanan wek Îngîlîzî, Tirkî û Erebî li ser deriyê xwe "bi xêr hatî" nivîsand, lê cih neda zimanê Kurdî.

Serokê berê yê Odeya Mîmaran a Diyarbekirê Şerefxan Aydin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî "cudakariyê" ya Shellê da û got, “Li mala me ji me bi milyonan re 'bixêr hatin' tune ye!. Kurdî tune be Shell jî tuneye êdî. Banga, “Ji Shellê re boykot” kir.