Sîrketa petrolê ya Transneftê: Êrîsî xeta petrolê ya Drujbayê kirin

01 February 2023 23:33 0 dîtin
Sîrketa petrolê ya Transneftê: Êrîsî xeta petrolê ya Drujbayê kirin

PeyamaKurdî – Berdevkê şîrketa petrolê ya Rûsyayê Igor Demin ragihand ku êrîşê ser xeta petrolê ya ku petrolê di ser Ûkrayna de dibe Awrûpayê, kirine. Demin gotiye ku xeta petrolê ya ku di devera Bryanskê de di bajarê Novozybkovê der derbas dibe ya bi navê Drujbayê, êrîşa ser ji aliyê Ûkrayna de hatiye kirin. Demin, ragihand ku topekî îsabetî rawestgeha pompayê kiriye û weha got:

“Topa ku li îstasyonê ket, di encama bûyerê de kes nemiriye. Tîmên tamîrê niha îstasyonê tamîr dikin. Xeta petrolê ya Drujbayê normal dixebite.”

Rawestgeha ku gula topê lê ketiye, li devera Bryanskê ye û li wê derê xet dibe du beş. Beşekî xeta petrolê diçe Belarûs, Polonya û Almanya. Xeta dinê diçe Ûkrayna, Macaristan, Çekya û Slovakya.