El-Sedr bang li alîgirên xwe kir ku çekan hilnegirin

20 March 2025 16:07 0 dîtin
El-Sedr bang li alîgirên xwe kir ku çekan hilnegirin

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedrî ya Şî’e ya li Iraqê, Muqteda el-Sedr, talîmat da alîgirên xwe ku li hundir û derveyî welat çekan hilnegirin û nîşan nedin.

Alîkarê wî yê cîhadî Tdhsîn el-Hemîdewî duh di daxuyaniyekê de ragihand ku “Rêberê tevgerê fermana xwe daye ku li hundir û derveyî Iraqê çek neyên hilgirtin û neyên bikaranîn.”

El-Hamîdewî tekez kir ku “Di rewşa êrîşekê li ser Iraqê de, divê mirov serî li otorîteyên olî û mirovên biaqil bide.” 

Wî her weha got ku di nav talîmatên el-Sedr de “devjêberdana tawanbarkirinên mezhebî” jî heye û hişyarî da ku ev yek dikare encam û metirsiyên xirab li ser Iraqê û gelê wê bihêle.

Ji aliyê din ve, hêzên deryayî yên Iraqê di operasyonekê de li başûrê welat keştiyekw bi gumanbariya qaçaxçitiya sotemeniyê desteser kir.

Di daxuyaniya fermandariya hêzên deryayî de hat gotin:  

“Keştiya ku ji aliyê ajokarekî Îranî ve dihat birêvebirin, xwedî ekîbek ji 8 welatiyên Hindistanê û 2 Iraqiyan bû û bê destûr li deryaya Iraqê dixebitî.”