Sedr ji bo merasîmên Kerbelayê bangewazî kir: Çekan hilnegirin û mameleya xirab li mêvanên îranî nekin!
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr a şîeyên Iraqê Muqteda Sedr, ji bo merasîmên Erbeîn ên ji bo bîranîna Îmam Huseyîn ên li Kerbelayê bangewazî li alîgirên xwe kir.
Di peyama Sedr de, ji bo niştecihên Kerbelayê û alîgirên Sedr hatiye gotin, “Dema merasîman kefen li xwe nekin, mameleya xirab li geştiyarên Îranî nekin û çekan hilnegirin.”
Herwiha di peyama ku li ser hesabê Twitter ê Sedr hatiye belavkirin de, 10 xal hatine belavkirin ku ji alîgirên Tevgera Sedr tê xwestin; alên ti kom, partî û artêşan hilnegirin, wêneyê ti kesan hinedin, cilûberg û kefenê ku geştiyaran ji hev cuda bike li xwe nekin, tenê navê Xweda û Îmam Huseyîn biqîrin.
Di peyamê de hatiye gotin ku wê derbarê kesên li gorî rênimayan tevnegerin de ji aliyê hêzên ewlekariyê re proseya yasayî were destpêkirin û hatiye destnîşankirin, her bi çi sedemê be êrîşkirina ser mêvanên îranî qedexe ye.
Sedr daxwaz kiriye ku pêwîste Heşda Şeibî û hêzên Seraya Selam ji Kerbelayê bên derxistin daku pêşiya bûyerên nexwestî bê girtin.
Merasîmên Erbeîn her sal 16ê Îlonê birêve diçin ku ji Îranê jî bi milyonan şîe bi rêya bejahî dimeşin û derbasî Kerbelayê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin