Di merasîmên Kerbelayê de teqîn çêbû: Herî kêm 3 kes mirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn

19 August 2021 18:22 0 dîtin
Di merasîmên Kerbelayê de teqîn çêbû: Herî kêm 3 kes mirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li eyaleta Pencab a Pakistanê di merasîma bîranîna Kerbelayê teqîn çêbû. Li gorî ragihandinên, destpêkê herî kêm 3 kes di teqînê mirin û 59 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Bahavalnagar a Pencap a Pakistanê di nav merasîmên Kerbela de êrîşeke bombeyî pêk hat. Li gor agahiyên destpêkê di teqînê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 59 kes jî birîndar bûne

Piştî teqînê şîeyên li herêmê bertek nîşandan û xwestin tewanbar bên desteserkirin û ceza kirin.

Li welatê Pakîstanê ku 220 milyon zêdetir serjimariya wê heye, bi qasî 20 milyon şîe hene.