Di benzînxanê de teqîn çêbû: Herî kêm 7 kes mirin

08 October 2022 18:13 0 dîtin
Di benzînxanê de teqîn çêbû: Herî kêm 7 kes mirin

PeyamaKurd – Li Îrlandayê li herêma Donegalê di istasyona benzînê de teqîn çêbû û di encama teqînê de herî kêm 7 kes mirin. Li ser teqînê lêpirsîn hatiye destpêkirin û serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martin ragihand ku îro ji bo xelkê Donegalê û temamê welat rojekî ji rojên herî nexweşe.

Polîsê Îrlandayê (An Garda Siochana) ragihand ku li gundê Creeslough a herêma Donegalê, di şevê de teqîn çêbûye, di teqînê de 7 kes mirine û 8 kes birîndar bûne. Birîndaran birine nexweşxaneyan ji bo dermankirinê û bi sedema teqînê market û postaxane jî bi wan re, temamê avahiya benzînxanê hilweşiyaye.

Tîmên rizgarkirinê ji bo rizgarkirina kesan yên di bin enqazê de dixebitin.