Di benzînxanê de teqîn çêbû: 4 kes mirin
PeyamaKurd – Wezareta Rewşên Lezgîn ya Rûsyayê ragihand ku li welatê Çeçenistanê li payîtext Coharkale di benzînxaneyekî de teqîn çêbûye. Sedema teqînê nehatiye zanîn lê di teqînê de 4 kes mirine ku 2 ji wan zarokin.
Rayedar ragihandin ku kesên di teqînê de mirine ji heman malbatê ne. Di teqînê de gelek kes birîndar bûne lê heya niha jimara wan ne diyare.
Dîmenên ku ketine ser medya civakî, nîşan didin ku teqîn gelek mezine û bi şiddetê. Ji ber şiddeta teqînê gelek kes ketine erdê jî.
Wezaret, di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku gelek tîmên pêwendîdar şandine ciyê bûyerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin