Li Nazilliyê di xwaringehê de teqîn çêbû: 7 kes mirin

31 December 2022 00:02 0 dîtin
Li Nazilliyê di xwaringehê de teqîn çêbû: 7 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Aydinê li navça Nazilliyê ku piraniya wan Kurdin, di xwarinegehekî de di beşa metbexê de di encama givaştina xazê de teqîn çêbû. Di encamê de 7 kes mirin û 5 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan xedare. Teqîn li dora 15.15an çêbû û di pey teqînê de agir bi xwaringehê ket.

Li ser îxbara hemwelatiyan tîmên îtfaiyê, tenduristiyê û polîs çûne ciyê bûyerê û agir vemirandin. Dozgerî li ser bûyerê lêpirsînê daye destpêkirin û hinek kesên ku îhmala wan di bûyerê de hene wan girtine binçav.