Li gundekî Kurdên Mûsilê teqîn çêbû û 3 zarok mirin

18 December 2022 00:18 0 dîtin
Li gundekî Kurdên Mûsilê teqîn çêbû û 3 zarok mirin

PeyamaKurd – Cîgirê parêzgerê Mûsilê Rifat Simo ragihand ku roja înê li bajarê Mûsilê li nahiya Başîqa li gundê Omerqapçiyê ku tê de Kuredên Şebek dijîn teqînekî çêbû. Teqîn ya gula topê ye ku ji dewra IŞİD ê maye. Di encama teqînê de 3 zarok mirin û zarokekî giran birîndar bû.

Zaroka birîndar birine nexweşxanê lê rewşa wî baş nîne. CÎgirê parêzger ragihand ku bi sedema barana zêde xweliya ser gula topê ji ser çûye, gula topê derketiye derve, zarokên gund bi keviran li gulê xistine û teqîn çêbûye.