Li gundekî Kobanî teqînek çêbû: Kustî û birîndar hene

03 July 2021 15:33 0 dîtin
Li gundekî Kobanî teqînek çêbû: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li gundewarê Kobanî teqînek çêbû û di encama teqîna bombeyekê de, kesekî can da û kesekî din jî birîndar bû.

Li gundê Axbaş li gundewarê Kobanî, bi sedema teqîna bombeyeke ji paşmayên şerê DAIŞê bi traktorekê de, kesekî can da û kesekî din jî birîndar bû.

Mihemed Reşad ê 30 salî, dema ku li nav zeviyên xwe kar dikir, li gel xwarziyê xwe yê 15 salî Hebîb, bombeyek bi traktora wî de teqiya. Di encamê de, Hebîb can da û Mihemed jî birîndar bû û niha ew li bajarê Kobanî di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî cîgir e.

Gundê Axbaş, nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ye û dikeve Rojhilatê bajarê Kobaniyê.