Li Samê teqînek çêbû: Kustî û birîndar hene

04 August 2021 12:03 0 dîtin
Li Samê teqînek çêbû: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd –  Li paytexta Sûriyê Şamê, teqînek çêbû û di encamê de, kuştî û birîndar hene

Ajansa fermî ya nûçeyan a rejîma Sûriyê SANA diyar kiriye, teqîna îro di nav otobuseke leşkerî li Mesakin Heres nêzîkî Meşrû Domer çêbûye.

Heman çavkaniyê daye zanîn, teqîn ji ber kontakta elektrîkê çêbûye ku bûye sedema teqîna depoya benzînê ya otobusê û agir pê ketiye.

Di encama bûyerê de, şofêrê otobusê can daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Birîndarên bûyerê ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Hêzên ewlekariyê yên Sûriyê, cihê bûyerê dorpêç kirine û dest bi lêkolînê kirine.