Zaxo | Li kampa Qadya teqînek çêbû: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li kampa Qadya ya li Zaxoyê, teqînek çêbû û di encamê de 2 koçberên zarok hatin kuştin û 3 koçberên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, şeva borî li kampa Qadya ya koçberên Şingalê li Zaxo, teqînek çêbû û di encamê de, 2 zarok hatin kuştin û 3 koçberên din jî birîndar bûn, birîna yekî ji wan giran e.
Berpirsê Liqê Heftdeh ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer daye zanîn, heta niha nayê zanîn sedema teqînê çi ye, ew li benda encamên lêkolînên tîmên pispor in.
Koçer destnîşan kiriye: “Şahidhalekî got ku berî teqînê, dengê balafirekê li wê herêmê hatiye bihîstin. Em nikarin wê tekez bikin, komîteyên taybet piştî lêkolînê dê sedemên teqînê ji raya giştî re eşkere bikin.”
Herwiha eşkere kir jî, wan bi rêveberê kampê, asayişa herêmê û bijîşkên Nexweşxaneya Hawarhatinê dest bi lêkolînê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin