Li Zaxoyê kampanya çandina milyonek dar destpê kir
Peyama Kurd – Li Zaxoyê bi pêşengiya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê kampanyaya çandina milyonek dar hate destpêkirin. Di vê çarçovê de wê di nav çend mehên pêş de milyonek dar bêne çandin.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, di derbarê kampanyayê de got ku demeke dirêj e ew li ser vê xebatê dixebitin û di encamê de dikaribûne vê projeyê pêk bînin.
Guhdar Şêxo da zanîn ku kampanyaya çandina milyonek dar ji çend qonaxan pêk tê, qonaxa yekem îro dest pê kiriye û di vê qonaxê de wê 100 hezar dar bêne çandin.
Şêxo ragihand ku ew amadekariyên xwe wa dikin ku piştî Cejna Newrozê qonaxa duyemîn bidin destpêkirin û di qonaxa duyemîn de jî wê bi sedhezaran darên din bêne çandin
Guhdar Şêxo wiha got: “Zaxo jî weke hemû deverên cîhanê rûbirûyî guhertina keşûhewayê bûye. Qada kesk a Zaxoyê ne wek rewşa pêwîst e. Tevî ku rojane em daran diçînin û parkan çêdikin, me xwest milyonek dar jî biçînin.”
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo amaje bi vê yekê jî kir ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ew rasipartine ku divê ew bi taybetî zêdekirina qada kesk a Kurdistanê, giringiyê bidin hemû warên jiyanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin