Li Zaxoyê qonaxa yekem a dabeskirina zeviyan destpê kir
PeyamaKurd – Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro qonaxa yekem a dabeşkirina erd li ser fermanberên Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê destpê kir.
Di dema ku îro Çarşemê 16.10.2024 kêşana dabeşkirina zevî li ser kesên xanenişîn û karmendan li şaredariya Zaxoyê tê lidarxistin, di qonaxa yekem de wê 4 hezar û 747 kes bibin xwediyê milkên zeviyên wan.
Rêvebirê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şexo îro 15.10.2024ê di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihandiye, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, roja Çarşemê 16.10.2024ê erd li ser fermanberên Herêma Kurdistanê tê dabeşkirin.
Şexo da zanîn ku erd wê di du qonaxan de bi pişkê bên dabeşkirin û got, di qonaxa yekem de wê 4 hezar û 747 karmendan û di qonaxa duyem de jî zêdetirî 8 hezar karmendan zevî bidin wan.
Guhdar Şexo derbarê sedema dabeşkirina erdan de jî wiha got: “Dabeşkirina zevî wê bi pişkê bê kirin da ku mafê tu karmendî neyê xwarin û neyên binpêkirin.”
Lijneya Wezîran di civîna 27ê Adara 2024an de rapora parvekirina erd li ser memûran ku ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ve hatibû amadekirin, pesend kir û telîmat da ku di zûtirîn demê de rêkar bên temamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin