Li Herêma Kurdistanê dabeskirina zeviyan dest pê dike
PeyamaKurd – Li şaredariyên ku karê hunerî û îdarî bi dawî kirine, amadekariyên dabeşkirina zevî li karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilez hatine kirin û di demeke zû de pêvajo dê dest pê bike.
Komîteya Bilind a Dabeşkirina Erd a li Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê, ji sibê heta êvarê li ser formên dabeşkirina zeviyan a li karmendan dixebite.
Îro jî li ofîsa Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê, Sasan Auni wezîrê şaredarî û geştûguzariyê li gel ekîba wezaretê bo dabeşkirina zeviyan civiya û daxwaz ji wan kir ku di demeke zû de kar û xebat bi dawî bibimn.
Çavkaniyekî ji Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ragihand ku biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya dabeşkirina erd li ser karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê di çend rojên bê de dê bê pêkanîn û got: “Di demeke pir kurt de dê dest pê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin