Muslim: Qonaxa yekem erênî bû, ya duyem di demeke nêzîk de dest pê dike

01 June 2020 15:09 0 dîtin
Muslim: Qonaxa yekem erênî bû, ya duyem di demeke nêzîk de dest pê dike

PeyamaKurd - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim got, di demeke nezîk de qonaxa duyem a diyaloga di navbera PYD û ENKSê de dest pê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ku gotibû, “Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî-Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”

Salih Muslim li ser wê daxuyaniya Mezlûm Ebdî ragihand, qonaxa yekem a danûstandinên di navbera PYD û ENKSê de bi erênî birêve çûne û hin xalên hevbeş di navbera wan de hebûn û dikarin li ser wan lihev bikin û qonaxa duyemîn di demeke nêzîk de dest pê dibe.

Muslim got, ti nakokî di warê siyasî de di navbera wan de nîne, bi taybet di pirsên sereke de, wek pêwendiya bi rêjîmê û opozîsyona Sûriyê re û pêwendiyên derve re.

Muslim da zanîn ku di danûstandinan de hatiye pêşniyazkirin ku li gor rêkeftina Duhokê ya 2014an guftûgo bên kirin, lê divê hin serastkirin tê de çêbibin, ji ber ku ew berî 6 salan bû û di wê heyamê de gelek pêşhatên nû li navçeyê rû dane.  

Salih Muslim li ser naveroka danûstandinên bi ENKSê re hatine kirin jî wiha got:

“Gava yekemîn; pêkhatina lihevkirinê di navbera partiyên siyasî de ye. Gava duyemîn jî avakirina lêvegerek niştîmanî bi tevlîbûna tevahiya çînên civakê ye. Ger ev lêveger ava bû, dê li tevahiya Kurdistanê fireh bibe.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê da xuyakirin, “Ya ku behsa wê tê kirin ne yekîtî, tenê lihevkirinek di navbera aliyên siyasî de ye. Yanî partiyên siyasî li ser xalên hevbeş lihev dikin mîna xebat, berxwedan û siyasetê.”

Muslim li ser mayîna ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de jî got: “Ev mijar bi ENKSê ve girêdayî ye. Biryar a wan e. Bi nêrîna min ger lihevkirinek Kurdî pêk hat, wê demê têkilî bi hemûyan re, gelê Tirk, gelên din û hêzên herêmê re pêkan dibe. Lê divê ev têkilî ne li dijî lihevkirina Kurd be.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku danûstandinên ENKSê û PYDê bi piştgîriya Başûrê Kurdistanê, Amerîka û Fransayê berdewam dikin.