Êrîsa hewayî ya Îsraîlê li ser Samê: Teqînek mezin çêbû!
PeyamaKurd – Îsraîl avahiyeke niştecihbûnê li Şama paytexta Sûriyeyê bi êrîşa hewayî kir hedef.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ereban de cih girtin, Îsraîl di derdora seat 10.45an de avahiyek li Taxa Meze ya Şamê kir hedef.
Çavkaniyekî Sûrî ji ajansa Reutersê re ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser avahiyeke pirqatî ya li paytext Şamê de endamekî Pasdarên Şoreşa Îranê hat kuştin û birîndar hene.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyê bi ajansê re parve kirine, avahiya pirqatî ya ku di êrîşê de hatiye hedefgirtin ji aliyê 'şêwirmendên Îranî yên ku piştgiriya hikûmeta Sûriyeyê dikin' hatiye bikaranîn.
Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku avahiyek li taxa Mazzeh a paytexta Şamê bûye armanca êrîşa ku tê texmînkirin ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.
Di nûçeyê de agahiyên din nehatin dayîn, medyaya herêmî li Sûriyê ragihand ku dengê teqînan li Şamê hatine bihîstin.
Heta niha derbarê îdiayên êrîşê de ji Îsraîlê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin