Bexda | Di xwaringehê de teqîn çêbû, avahiya sê qatî hilwesiya

29 May 2022 12:21 0 dîtin
Bexda | Di xwaringehê de teqîn çêbû, avahiya sê qatî hilwesiya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê li paytexta Iraqê Bexdayê di xwaringeheke sê qatî de teqînek çêbû û avahiya xwaringehê hilweşiya.

Berevaniya Şaristanî ya Bexdayê derbarê bûyerê de ragihand ku teqîn ji ber sîstema gaza xwaringehê rû daye û tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê lêgerînê dikin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku heta niha nayê zanîn bê çend kes di bin xwaringehê de mane û ti cenaze heta niha ji binê xwaringehê nehatine derxistin ku hejmara qurbaniyan ne diyar e.