Di rafîneriya petrolê de teqîn çêbû: 2 kes mirin û 9 kes birîndar bûn

09 December 2024 21:32 0 dîtin
Di rafîneriya petrolê de teqîn çêbû: 2 kes mirin û 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Îtalyayê li nêzî bajarê Floransayê di rafîneriya petrolê ya ENI de teqîn çêbû û di encamê de 2 kes mirin û 9 kes birîndar bûn. Di encama teqînê de ji rafîneriyê dûman bilind bû û der û dor bandorê ji teqînê girt.

Li gor çapemeniya Îtalyayê; teqîn nêzî bajarê Flporansayê li bajarokê Calenzano di rafîneriya ENI de si wexta sibê de çêbûye. Gelek alavên îtfaiyê û ambûlans çûne ciyê bûyerê û vemirandina gir 3 seet dewam kiriye.

Serokê Rêvebiriya Toskanayê ya ku bajarokê Calenzano li serê ye, Eugenio Giani ragihand ku di teqînê de 2 kes mirine, 9 kes birîndar bûne heya niha 3 kes wenda ne. Ji birîndaran rewşa 3 kesan nebaşe.