Di rafîneriya petrolê de teqîn çêbû û herî kêm 100 kes mirin

23 April 2022 22:53 0 dîtin
Di rafîneriya petrolê de teqîn çêbû û herî kêm 100 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Rîvers ê do bi şev di petrola rafîneriyê de teqîn çêbû û di encamê de herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dan.

Komserê eyaleta Riversê yê çavkaniyên petrolê Goodluck Opiah ragihandiye ku rafînerî bi xwe qaçax bûye û tê de teqîn çêbûye. Opiah ragihandiye ku piştî teqînê agir bi rafîneriyê ketiye û herî kêm sed kes can dane.

Welatê Nîjeryayê bi xwe ji aliyê petrolê gaza xwezayî de gelek dewlemende lê gelek rafîneriyên qaçax li wir hene. Hukumeta Nîjeryayê ragihandibû ku bi sedema diziya petrolê, rojane 200 hezar varêl petrol wenda dibe.

Li gor çapemeniyê di sala 2021 ê de di meha cotmehê de li eyaleta Riversê car din di rafîneriyekî petrolê de teqîn bûbû û 25 kes miribûn.