Di platforma petrolê ya Kendava Meksîkayê de teqîn çêbû û 6 birîndar hene

08 July 2023 00:30 0 dîtin
Di platforma petrolê ya Kendava Meksîkayê de teqîn çêbû û 6 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Kendava Meksîkayê di platforma ku aîdê şîrketa PEMEXê ye de teqîn çêbû û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Piştî teqînê agir bi platformê ket. Ji bo agir vemirînin 4 keştiyên vemirandina agir şandin ciyê bûyerê da agir vemirînin. Li deverê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Bûyer ji Meksîkayê ji eyaleta Campeche 80 km dûr û seet di 05.17an de bi wextê cîh çêbû. Di platformê de 321 karker dixebitîn û hemû hatin tehliyekirin. Serokê dewleta Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador di civîna çapemeniyê de ragihand ku 3 an 4 karker wendane.