Îran, li Kendava Basrayê de dest danî ser tankêrekî petrolê
PeyamaKurd - Îran, li Kendava Basrayê de dest danî ser tankêrekî petrolê. Di tankêrê de 1.5 milyon petrola qaçax heye û bandrala wê Togo ye. Di tankêrê de 12 muretebatên biyanî hene ku Îran wan jî desteser kiriye
Ji fermandariya hêzên deryayê yê, fermandarê bi navê Haydar Hunariyan Mucerred ragihandiye ku li peravên bajarê Buşehrê dest danîne ser tankêrê û di daxwuyaniya xwe de gotiye:
“Bi fermana erka darazê, tankêra bandrala wê Togo ye, hat tesbîtkirin ku tê de 1.5 milyon petrola qaçax heye û di çarçova têkoşîna bi karê qaçax re desteser bûye. Di keştiyê de 12 muretebatê biyanî hene û me wan jî xistiye binçav. Me keştiyê biriye lîmana Buşehrê.
Hêzên deryayê yên artêşa Îranê bi alavên nûjen Kendava Basrayê kontrol dike û bi heman alavan tevgerên keştiyên li Kendavê tên kontrolkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin