Îranê li Kendava Basrayê dest danî ser du beleman

05 August 2019 17:36 0 dîtin
Îranê li Kendava Basrayê dest danî ser du beleman

PeyamaKurd – Ajansa Tesnîm a nîvfermî ya Îranê ragihand ku îro Hêzên Deryavaniya Îranê li dorûbera peravên Kendava Basrayê bi îdiaya ku kelûpelên qaçaxî di wan de hebûn dest danîne ser du beleman.

Fermandarê Hêzên Deryavaniya Eyaleta Buşehrê Veliyullah Rızainejad ji Tesnimê re ragihandiye ku di çarçoveya têkoşîna dijî qaçaxçîtiyê li nêzîkî Bendera Buşehrê du belem hatine desteserkirin.

Hat diyarkirin ku di nav wan beleman de, lastîkên otomobîlan, parçeyên yedek ên otomobîlan û gelek alavên bi wî rengî hebûne û 7 xebatkarên beleman jî hatine binçavkirin.

Rizainejad daye xuyakirin ku kelûpelên di wan beleman de bi nirxa 100 milyar riyalê îranî bûne.

Doh jî îranê li Kendava Basrayê dest danîbû ser keştiyeke tankêr ku piştre hatibû ragihandin ku ew ya Iraqê ye, lê Bexdayê red kiribû ku ew tankêra wan e.