Li Kerbelayê teqîn çêbû: 15 birîndar

21 July 2018 15:40 0 dîtin
Li Kerbelayê teqîn çêbû: 15 birîndar

PeyamaKurd- Li başûrê İraqê li bajarê Kerbelayê di depoyeka muhîmmatê de ku ya Haşdî Şabî ye, teqîn çêbû û di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Wezîfedarê zabit yê bi navê Alaa Nasir ku di artêşa Iraqê de dixebite ragihand ku hêj ne diyare bê sedema teqîna Kerbelayê çiye lê depoya muhîmmatê ya Tûgayên Elî Elbere ku bi ser Haşdî Şabî ve ne. Nasir weha got:

“Bi sedema ku depo nêzî ciyê jîngeha xelkê sîvîle, 15 kes birîndar bûne. Temamê birîndaran sîvîl in. Bo zanîna sedema teqînê lêkolîn destpêkiriye, çûn û hatina deverê hatiye qedexekirin û ferman hatiye dayîn da kes ji malên xwe derneyên derve.”