Wezareta Navxwe ya Kurdistanê derbarê hilgirtina çekan de bangewazî kir
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê hilgirtina çekan di nav malan de daxuyaniyek belav kir û bang li aliyên siyasî jî kir, bi ti awayî çekan weke diyarî nedin endam û alîgirên xwe.
Wezareta Navxwe bi daxuyaniyekê bang li partî û hêzên siyasî kir ku beşdarî kampanyayên hişyarkirina welatiyan bibin û endamên wan ne di rewşên gelekî pêwîst de be, çekan li malên xwe nehewînin û çekên qaçax jî hilnegirin.
Hat diyarkirin ku hebûna çekan di her malekê de şansê tundî û tawanan û çareserkirina pirsgirêkên biçûk jî bi tundûtûjiyê zêde dike û eger hebûna çekan ji bo ewlekariya welatiyan û endamên malbatên wan ne pêwîst be, ne guncaw e çek di malan de hebin.
Wezareta Navxwe da xuyakirin, endam û alîgirên partiya yên ku çekên wan hene,bila li gorî qanûn û rênîşanderan tevbigerin û dixwaz kir, kanalên medyayî yên aliyên siyasî bikevin xizmeta proseya belavkirina hişyariyê û welatiyan han bidin ku nakokiyan bi riya dadgeh û pêwendiyên civakî û bi guftûgoyan çareser bikin û berê xwe nedin çek û tundûtûjiyê.
Wezaretê xwest, pirsgirêkên hemwelatiyan bi riya dadgeh, têkiliyên civakî û diyalogê çareser bikin û çek û tundûtûjiyê nekin û destnîşan kir, pêkanîna van gavan dê jîngeheke baştir ji civaka Kurdistanê re ji bo kontrolkirina çekan û kêmkirina diyardeya şerê çekdarî çêbike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin