Wezareta Navxwe ya Kurdistanê mercên hilgirtina çekan bo kompaniyên ewlehiyê diyar kir
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê mercên bo destûra çekan ji kompaniyên ewlehiyê re ragihand.
Li gorî biryara wezaretê êdî karmednên kompaniyên ewlehiyê nikarin çek hilgirin, tenê ji bo pasevanan destûra hilgirtina çekan tê dayîn.
Di rênimayan de hat diyarkirin: “Divê ew çekê destûr jê re tê dayîn, tenê di dema erkê fermî yê karmendê kompaniya ewlehiyê de were bikaranîn û hilgirtin û bikaranîna çekê li derveyî erkê pasevaniyê, weke bêdestûr tê hejmartin.”
Hat eşkerekirin, nabe karmendên kompaniya ewlehiyê çekê pasevaniyê yê destûr hatiye dayîn, bibe derveyî sînorê erkê xwe.
Ji bo hilgirtina çekê jî divê karmendên kompaniya ewlehiyê xwedî van mercan bin:
1 – Karmendê kompaniya ewlehiyê temenê wî ji 28 salî kêmtir û ji 50 salî zêdetir nebe.
2 – Divê bi tawanekê nehatibe sizadan.
3 – Astengdar an nexweşiya wî ya derûnî tune be, divê kêşe di çavên wî de tune bin, bi awayekî ku nikaribe çek bi kar bîne bi piştgiriya rapora lijneya bijîşkî.
4 – Tijekirina forma destûra çek li ser zanyariyên karmendê kompaniya ewlehiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin