Iraq | Alîgirên Muqteda Sedir li benda talîmatên nû ne

10 August 2022 12:29 0 dîtin
Iraq | Alîgirên Muqteda Sedir li benda talîmatên nû ne

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê alîgirên Muqteda Sedir, li benda talîmatên nû ne ji bo çalakiya xwe ya rûniştinê ya li Herêma Kesk ku 10 roj in didomînin berfirehtir bikin.

Alîgirên Sedir ku li Herêma Kesk li pêşiya Meclisê bi cih bûne û çalakiya xwe didomînin, armanc dikin ku protestoyên xwe berfirehtir bikin.

Herwiha alîgirên Tevgera Sedir armanc dikin di saetên pêş de bînayên din ên hikûmetê jî dorpêç bikin.

Çalakvanekî diyar kir û got: “Em li benda talîmatên nû ne ji aliyê Serokatiyê bên. Di saetên pêş de em ê têkevin saziyên di armanca me de ne. Dibe ku ev saziyên li derveyî Herêma Kesk jî li xwe bigre.”

Di armanca alîgirên Sedir de, li Herêma Kesk qesra Serokê berê Nûrî el-Malîkî, yê ku wî weke pozberê Sedir dibînin jî heye.