Alîgirên Sedir ji pêsiya avahiya Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê vekisiyan

24 August 2022 13:03 0 dîtin
Alîgirên Sedir ji pêsiya avahiya Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê vekisiyan

PeyamaKurd – Alîgirên Tevgera Sedir, li ser daxwaza wezîrê Sedir ji pêşiya avahiya Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê vekişiyan.

Hat zanîn, Salih Mihemed Iraqî ku weke wezîrê Sedir tê naskirin û peyamên Muqteda Sedir digihîne xelkê û alîgirên wî, ji xwepêşanderan daxwaz kir vekişin û got, hinek ji çadiran bi sloganên cuda, weke (Kombûna şehîdên Spayker), (Xelkên Mûsilê), (Vegerandina pereyên ku hatine dizîn), (Lêpirsîn ligel gendelkaran), (Dûrxistina gendelkaran), (Cudakirina Dozgeriya Giştî), (Dadgeha serbixwe û pak), li ber dadgehê bihêlin.

Herwiha hat eşkerekirin ku piştî vekişîna xwepêşanderan û şikandina dorpêça ser avahiya Encûmena Dadwerî û Dadeha Bilind a Federal, encûmenê biryar da ji îro Çarşemê ve karên xwe bi awayekî asayî li tevaya dadgehan destpê bikin.