Alîgirên Tevgera Sedir li ber avahiya Parlamentoya Iraqê nimêja Înê dikin
PeyamaKurd – Alîgirên Tevgera Sedir, îro li ber avahiya Parlamentoya Iraqê nimêja Înê dikin.
Lijneya Hevahengiyê ya Serperiştyariya Mangirtina Tevgera Sedir diyar kir, îro Înê li Navçeya Kesk û bi amadebûna şoreşgerên Aşûra, li ber avahiya Parlamentoya Iraqê nimêja Înê tê kirin.
Hat zanîn ku vê Înê tenê alîgirên Tevgera Sedir ên ku li ber parlamentoyê dest bi mangirtinê kirine, beşdarî nimêjê dibin.
Hêjayî gotinê ye, Tevgera Sedir daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin