Muqteda Sedir: Divê heta dawiya hefteya bê Parlamentoya Iraqê bê hilwesandin
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sedir a Iraqê, Muqteda Sedir bi daxuyaniyekê daxwaz ji dezgeha dadwerî ya Iraqê kir ku herî dereng heta dawiya hefteya bê Parlamentoya Iraqê hilweşîne.
Muqteda Sedir do Çarşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û daxwaz ji Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê û dezgeha dadweriyê ya Iraqê kir ku herî dereng heta dawiya hefteya bê parlamentoyê hilweşînin.
Herwiha Sedir daxwaz ji dezgeha dadweriyê kir ku ji bo destnîşankirina dema hilbijartina pêşwext "di bin şert û mercên ku wê paşê rabigihînin de" erk bidine serokkomar.
Herî dawî Muqteda Sedr destnîşan kir, wê alîgirên wî çalakiyên xwe bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin