Muqteda Sedir, bang li çalakvanên dijber kir

12 August 2022 15:02 0 dîtin
Muqteda Sedir, bang li çalakvanên dijber kir

PeyamaKurd- Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, bang li çalakvanên Çarçoveya Hevahengiyê kir. Sedir di banga xwe de got ku bila xwepêşandana we, aştiyane be.

Muqteda Sedir di banga xwe de bal kişand ser gendeliyên ku derdikevin pêş û got,

“Em û Çarçoveya Hevahengiyê, li ser hebûna gendeliyê û belavbûna wê ya li welêt, cudahiya me tuneye, lê ligel serkirdeyên wan cudahiya me heye. Ez gelek mat mayî me ku cemawerê Çarçoveya Hevahengiyê, ji bo rizgarkirina niştimanî ji vê dîlbûna ku tê de ne û ji bo dagirkerî û teror û gendeliyê, piştgiriya me nakin.

Ji ber vê jî bila xwepêşandanên we, ji bo biserxistina çaksaziyê be, ne ku rûmeta dewlet û wan hikûmetên ku ji bo Iraqê bêsûd bûn be. Gelo wekî ku em dixwazin, hûn jî rûmet, azadî, asayîş, pariya jiyanê, silamet û çaksaziyê dixwazin?”

Muqteda Sedir bal kişand ser armanca çalakiyan û da zanîn ku ew li ser rêbaza Îmam Husên diçin û rêbaza wan, rêbaza merciyê wan e. Sedir bi berdewamî got,

“Heger we biryar daye hûn xwepêşandanê bikin, di heman demê de bila xwepêşandana we aştiyane be û asayîşa civakê biparêzin. Iraq, ji hemû nav û nasnavên din mezintir e. Em, destên dostaniyê dirêjî cemawerê Çarçoveya Hevahengiyê dikin. Em vê yekê ne ji bo serkirdeyan dixwazin; em dixwazin çaksaziyê bikin.”