Seroka Parlementoya Awrûpayê banga desteka çalakvanên Îranê kir
PeyamaKurd - Seroka parlementoya Awrûpayê Roberta Metsola bang kir ku herkes destekê bide xwepêşandanên Jîna Emînî. Metsola got ku desteka xwe zêde bikin û rêvebiriya Îranê ya şiddetê datîne ser çalakvanan bi tundî protesto bikin.
Siyasetvana Maltayî îro li Almanya li eyaleta Bavyerayê di manastira Zion ê de tevlî civîneka ji bo çapemeniyê girtî ya partiya sosyalist ya Xîrîstiyanan bû û di axaftina xwe de got ku divê li Îranê alîkariya sîvîlan bikin. Metsola weha got:
“Kesên li Îranê yên ji bo azadî û jiyana xwe daketine kolanan, tevgerên wan li Awrûpayê gelek normalin. Lê weka Yekîtiya Awrûpayê wezîfa me, divê em di dinyayê de wan biparêzin, destek bikin û daxwaz bikin.”
Serokê bloka partiya sosoyal demokratan ya Xîrîstiyanan ya eyaleta Bavyerayê Alexander Dobrindt jî got ku di mijara danîna dorpêçan ya ser artêşa Îranê de ew hemfikrin.
Xwepêşandanên ku piştî keça Kurd Jîna Emînî ya di 16 ê êlûnê de ji aliyê polîsên Îranê de hat kuştin û destpêkirin, ji ber çalakiyan rêvebiriya Îranê ketiye nav zorê. Aktîvîstên mafên mirovan radigihînin ku di wexta şiddeta Îraniyan ya li ser çalakvanan de, heya niha 500 kes zêde hatine kuştin û asayîşa Îranê 18 hezar kesan xistiye binçav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin