Yekîtiya Awrûpayê pistî derba leskerî ya ji Nîjerê desteka xwe birî
PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê piştî derba leşkerî li Nîjerê ragihand ku wê desthilata nû nasneke, desteka û hevkariya ji bo Nîjerê dida rawestandiye. Nûnerê bilind yê ewlehî û têkiliyên karên derve yê YAyê Josep Borrell ragihand ku serokkomarê berê Muhammed Bazum bi hilbijartinê bi awayekî demokratîk hatiye ser kar û bang li derbekarê leşkerî kir ku yekser Bazum serbest berdin.
Borrell got ku wê bixebitin da nîzama destûrî li Nîjerê ji nûh de deynin, eger êrîşê dezgeyên sîvîl bikin, wê bibe encama têkiliyên Nîjer-YAyê û weha dewam kir:
“Ji bilî birîna desteka yekser, hevkariyên di sehayên ewlehiyê de heya bi heyayê me rawestandiye.”
Derba li Nîjerê di 26 ê Temmûzê de çêbû generalê fermandarê alaya parastvanên serokkomariyê dest danîbû ser îdarê û di televîzyonê de derbê ragihandibû û hem dest danîbû ser serokkomarê berê Muhammed Bazum.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin