Serokatiya Parlementoya Iraqê banga civînekî lezgîn kir

03 February 2024 23:59 0 dîtin
Serokatiya Parlementoya Iraqê banga civînekî lezgîn kir

PeyamaKurd – Serokatiya Parlementoya Iraqê êrîşên Amerîkayê şermezar kir û ji bo li ser êrîşan biaxifin bang kir ku parlemento civînekî lezgîn bike. Serokatiya parlementoyê îro ragihand ku Amerîka di derengê şevê de bi balafirên menzîldirêj yên B1an êrîşê ser Iraqê û Sûriyê kiriye û êrîşan şermezar kir.

Di daxwuyaniyê de xwest ku êrîşên ser Iraqê rawestin û hevkar dev ji îhlala desthilat û jiyana ser xelkê berdin û di rojên pêşiya me de li ser babetê civînekî taybet û lezgîn bikin.

Serokatiya parlementoyê bang li hukumetê kir ku lezê bide vekişîna hêzên koalisyona navdewletî ji Iraqê ku dikeve çarçova biryara 18e ya sala 2020an.

Li ser êrîşa ser baregeha Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyê ku êrîş ji aliyê rêxisitna Iraqî de hatibû kirin û di êrîşê de 3 leşkerên Amerîkayê can dabûn, Amerîka bersivê da û êrîşê bir ser baregehên Hêza Qudsê ya Îranê û mîlîsên Şia yên bi desteka Îranê kul i Iraqê û Sûriyê ne. Amerîka bi 125 fuzeyên hassas li 85 ciyên wan xist.