Xwepêsanderan banga hilwesandina hikûmet û parlementoya Iraqê kir
PeyamaKurd - Li peytexta Iraqê Bexdayê îşev car din xwepêşander daketin qadan û hilweşandina hikûmet û parlamentoya Iraqê xwestin.
Li gorî zanyariyan ji xeynî Bexdayê li parêzgeha Kerbelayê jî hemwelatî derketin kolanan û ji bilî hilweşandina hikûmet û parlementoyê daxwaza avakirina hikûmeteke rizgariya niştîmanî kirin.
Hat zanîn ku îşev bi sedan xwepêşander li meydana Tehrîr a Bexdayê civîyane û hêzên asayîşê jî bo belavkirina xwepêşanderan li meydanê bi cih bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin