Seroka Parlementoya Awrûpayê Metsola çû Kîevê

01 April 2022 23:57 0 dîtin
Seroka Parlementoya Awrûpayê Metsola çû Kîevê

PeyamaKurd – Seroka Parlementoya Awrûpayê Roberta Metsola çû payîtexta Ûkrayna Kîevê û got ku wê desteka wan ji bo Ûkraynayê dewam bike. Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê Metsola yekem kese ku ji YA yê çû Ûkraynayê. Metsola li Kîevê bi serokê meclisa Ûkraynayê bi Ruslan Stefançuk re hevdîtin kir. Metsola û Stefançûk bi hevre daxwuyaniyekî dan û Metsola got:

“Wexta ev şerê nerewa û bê sedem biqede, em ê alîkariya we bikin da ji nûh de bajaran ava bikin. Wê alîkariya me ya darayî, leşkerî û mirovî bi zêdayî ji were dewam bike. Malbatên we yên ku mecbûr mane ji welat birevin, heya dagerin welatê xwe em ê wan xwedî bikin.”

Metsola do bi şev, di wextekî dereng de, li ber têrênê wêneyê xwe kişandibû û di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kiribû û gotibû wê seredana Kîevê bike. Hûrahiya seredana Metsola bi sedema ewlehiya wê nehatibû parvekirin.