Jimara parlementerên Parlementoya Awrûpayê derdixin 720an

28 July 2023 23:35 0 dîtin
Jimara parlementerên Parlementoya Awrûpayê derdixin 720an

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku jimara parlementerên Yekîtiya Awrûpayê ku niha 705 in wê piştî hilbijartina Hezîrana 2024an bibe 720. Konseya Yekîtiya Awrûpayê di asta serbalyozan de civîna xwe kir û li hev kirin ku di dewra 2024-2029an de jimarê derxin 720an.

27 dewletên YAyê di parlementoyê de hene û ji wan welatan wê yên 12 dewletan zêde bibin. Di nav wan de Fransa, Îspanya û Hollanda wê her yek ji wan 2 parlementerên zêde dê bişînin.

Avûstûrya, Belçîka, Polonya, Slovenya, Slovakya, Fînlandiya, Letonya, Îrlanda û Danimarka her yek ji wan wê yek parlementêr zêde bişîne.

Hilbijartin wê di 6-9 ê Hezîrana 2024an de bibe û ji bo biryar bicîh were divê lîderên dewletan û PAyê biryarê bi fermî tesdîq bike.