Parlementoya Awrûpayê wê hefteyê 3 roj sîstema germkirinê bigre

07 October 2022 00:23 0 dîtin
Parlementoya Awrûpayê wê hefteyê 3 roj sîstema germkirinê bigre

PeyamaKurd – Parlementoya Awrûpayê di çarçoveya tedbîrên enerjiyê de, sîstema xwe ya germkirinê wê di heftê de 3 roj bigre, dereca germê daxîne û rohniyê jî veneke. Kalorîferên parlementoyê wê ji roja êvara pêncşembê heya serê siba duşemê nexebitîne. Di dema tatîlê de wê sîstema germê bi temamî nexebite.

Xebatkarên parlementoyê di rojên ku sîstema germê girtîbe, dikarin li ofîsên xwe bixebitin. Hem wê avahiyên li Brukselê û Strazburgê germa wan ji 19 pileyê derbas nebe. Di wexta xebatê de wê jimara ampûlan kêm bikin û lembeyên derve bên girtin.

Bi vê sîstemê Parlementoya Awrûpayê wê di salê de 2 mîlyon Ewro bikeve karê.