Tirkiye bertekî nîsanî rapora Parlementoya Awrûpayê da

08 June 2022 01:12 0 dîtin
Tirkiye bertekî nîsanî rapora Parlementoya Awrûpayê da

PeyamaKurd – Parlementoya Awrûpayê rapora sala 2021 ê ya di derbarê Tirkiyê de belav kir û li ser raporê Tirkiye nerazîbûna xwe diyar kir. Rapor di asta şîretan de ye û di 7 ê hezîrana 2022 an de, di civînê de hat qebûlkirin. Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser raporê weha got:

“Li ortêye ku divê têkiliyên welatê me û welatên Yekîtiya Awrûpayê bi hevre bên xwurtkirin lê Parlementoya Awrûpayê bê ku vê pêdiviyê bide ber çav, di raporê de tiştên ji rastiyan dûr hatine gotin, asta wê kême û em redda vê raporê dikin.

Divê PA yê nebe alava wan kesên ku di çarçoveya teng de li mijaran dinêrin û ji bo tevlîbûna YA yê pêvejoyê vejînin lê PA heya îro bi eksa vê tevgeriyaye. PA rê dide ku rêxistinên terorê di nav de cîh bigrin û li hemberê wan xweşbînin.

Em bende ne ku YA yê bendeyên me bicîh bînin, lez bidin pêvajoya tevlîbûna me, berpirsiyariya xwe bicîh bînin, diyaloga serbestiya vîzeyê bilezînin, Yekîtiya Gumrikê rojane bikin, dest bi muzakereyan bikin, di têkoşîna li dijî terorê de hevkariyê zêde bikin, di mijara koçberan de bime re hevkariyê bikin.

Di şûna ku PA yê û YA van tiştan bîne cîh, raporên terefgir amade dikin, rapor ji rastiyê dûre û qiymeya PA yê kêm dixe.”