Rapora Banka Cîhanî: Pêsbîniyên ji bo aboriya Tirkiyeyê çi ne?
PeyamaKurd – Di rapora herî dawî ya Banka Cîhanî ya li ser aboriyên Ewropa û Asyaya Navîn de, ji ber lawazbûna aboriya cîhanê, sistbûna aborî ya li Çînê û kêmbûna buhayê kelûpelan ku zextê li mezinbûnê dike, îsal li herêmê kêmbûnek tê pêşbînîkirin.
Di raporê de ku nirxandinên derbarê Tirkiyeyê de jî cih digirin, tê pêşbînîkirin ku mezinbûna aboriyê di sala 2024an de ji sedî 3 kêm bibe, di sala 2025an de bibe ji sedî 3,6 û di 2026an de jî ji sedî 4,3 zêde bibe.
Di raporê de hat ragihandin ku sedema vê jî tundkirina polîtîkayên diravî û kêmbûna mezinbûna aboriya cîhanê ye.
"Kêmasiya budçeyê wê di sala 2024an de bilind bimîne"
Di pêşbîniya meha Çileyê de, Banka Cîhanî pêşbînî kiribû ku aboriya Tirkiyê îsal ji sedî 3,1 û sala bê jî ji sedî 3,9 mezin bibe.
Rapora bankê her weha pêşbînî dike ku enflasyon piştî ku di Gulana 2024-an de gihîştiye lûtkeyê, ji ber siyaseta diravî ya hişk hêdî hêdî kêm bibe.
Di raporê de tê texmînkirin ku ji ber kêmbûna aborî û hewcedariyên vejandina piştî erdhejê dê di sala 2024an de kêmasiya budçeyê bilind bimîne.
Lêbelê, hevsengiya hesabê heyî tê pêşbînîkirin ku ji sala 2024an pê ve bi tevkariya hinardekirina neto çêtir bibe.
Ji aliyê din ve di raporê de tê gotin ku ji ber ku zêdebûna meaşan li Tirkiyeyê di salên 2022 û 2023an de ji guherînên Endeksa Bihayê Serfkaran (CPI) zêdetir bûye, tê payîn ku di demeke kurt de xizanî kêm bibe.
Lê belê tê gotin ku ger belavkirina mezinbûnê wekî salên 2020 û 2021an bidome, newekhevî wê zêde bibe û xebatên ji bo pêşîgirtina li xizaniyê wê di demeke dirêj de werin astengkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin