Rapora demokrasiyê ya International IDEA: Tirkiye di rêza 148an de ye!

09 November 2023 21:02 0 dîtin
Rapora demokrasiyê ya International IDEA: Tirkiye di rêza 148an de ye!

PeyamaKurd - Enstituya Alîkariya Hilbijartin û Demokrasiyê ya Navnetewî (International IDEA) rapora xwe ya 2023yan ya rewşa demokrasiya welatên cîhanê eşkere kir.

Li gorî rapora International IDEA Tirkiye di warê demokrasiyê de li cîhanê di nav 173 welatan de, di rêza 148an de ye.

Hate ragihandan ku Enstitu vê rapora xwe ya 2023yan dispêre nirxandinên sala 2022yan û li gor çar kategoriyên sereke nirxên demokratîk hatine analîz kirin ku ew jî serweriya hiqûqê, maf, nûnertî û beşdarîya demokratîk e.

Di kategoriya mafan de Tirkiye di rêza 129an de ye û li Ewropayê jî 42yemîn e.

Di kategotiya nûnertiyê de, Tirkiya li cîhanê di rêza 112 û li Ewropayê 42yemîn e.

Hate diyarkirin ku di van kategoriyan de welatên rewşa wan yê herî baş Danîmarka, Finlandiya û Îrlanda ne.

Herwiha li welatên ne demokratîk jî Azerbaycan, Belarûs, Rûsya û Tirkiye hatine rêzkirin.