Naveroka nameyeke Muqteda Sedir ji bo Fermandarê Feyleqa Qudsê hat belavkirin

08 October 2022 11:01 0 dîtin
Naveroka nameyeke Muqteda Sedir ji bo Fermandarê Feyleqa Qudsê hat belavkirin

PeyamaKurd – Medyaya ser bi Tevgera Sedir, naveroka nameyeke Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji bo Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî belav kir.

Medyaya ser bi Tevgera Sedir naveroka nameya Sedir ku di meha Adara îsal de ji Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê re şandiye belav kir û di nameyê de Muqteda Sedir ji Îsmaîl Qaanî re diyar kiriye, Iraq rê nade ax û asmanê wê ji bo êrîşkirina ser Îranê were bikaranîn û divê Îran jî pabendî heman tiştî be.

Herwiha Sedir aniye bîra Qaanî ku "Iraq welatê herî resen ê Şîetiyê ye û xwedî mezargeha heft îmam e û em naxwazin Îran bibe hincetek ji bo Îsraîlê û welatên din ku axa me bombebaran bikin."

Di berdewamiyê de Sedir ji Qaanî re destnîşan kiriye: “Eger em bi moşekbaranên Îranê razî bin, aliyên din jî vê yekê dikin hincet ji bo bombebarankirina me, Iraq jî weke we welatekî serbixwe ye, loma zimanê gotûbêjê her du welatên me diparêze.”