Muqteda Sedir bi peyamekê bang li Çarçoveya Hevahengiyê kir
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, bi peyamekê bang li Çarçoveya Hevahengiyê kir û got: “Fermo eger hûn bikarin, hikûmetê pêk bînin. Ji bilî Firaksiyona Sedir, ligel hemû aliyan gotûbêjan bikin.”
Muqteda Sedir di peyama xwe ya li ser Twitterê de bang li Çarçoveya Hevahengiyê kir û diyar kir: “Fermo eger hûn bikarin, hikûmetê pêk bînin. Jibilî Firaksiyona Sedir, ligel hemû aliyan gotûbêjan bikin.”
Herwiha Muqteda Sedir bang li parlamenterên fraksiyona xwe jî kir: “Bi başî û xerabî destwerdanê di karên wan de nekin. Ez daxwazê ji Firaksiyona Sedir dikim bi tu awayî destwerdanê di hewlên di sisêyan de yekê parlamentoyê yên bo pêkanîna hikûmetê nekin.”
Muqteda Sedir eşkere kir: “Em derfertê didin di sisêyan de yekê Parlamentoyê ku hikûmetê pêk bînin. Daxwazê ji sisêyan de yekê parlamentoyê dikim li parlamentoyê dest bi gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bikin.”
Di berdewamiyê de Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir destnîşan kir: “Derfetê didim di sisêyan de yekê parlamentoyê ku Hikûmeta Piraniya Niştîmanî bêyî Firaksiyona Sedir pêk bînin.”
Herwiha Muqteda Sedir ji bo di sisêyan de yekê parlamentoyê jî got: “Danûstandinan ji yekê meha Remezanê heta meha Şewal (Gulan) bêyî cudahî li gel kutleyan bikin.”
Herî dawî Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji bo pêkanîna hikûmetê 40 roj molet da Çarçoveya Hevahengiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin